HELEB
Hat îdiakirin ku yekîneyên Eniya Îslamî li avahiya îstixbaratê ya ku li Cemiyet el Zehraya herêma bajarê Helebê 20 leşkerên rejimê kuştin.
Yasîr Ebû Ammarê ji berpirsiyarên çapemeniyê yê Eniya Îslamî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ev demeke dirêj e ku yekîneyên eniya muxalifan avahiya îstixbaratê ya ku li Cemiyet el Zehrayê ye dorpêç kirine û di navbera Eniya Îslamî û hêzên rejimê de pevçûn zêde bûn.
Ebû Ammar destnîşan kir ku di pevçûnan de 20 leşkerên rejimê hatin kuştin û wiha axivî: "Hêzên Esed dixwestin ku ji wê derê re derbasî herêmên di destê muxalifan de ne bibin. Muxalif pê hesiyan û ji tûnelan û nav xaniyan re êrîşî hêzên Esed kirin."
Ebû Ammar eşkere kir ku hêzên Esed ji bo ku herêma Cemiyet el Zehrayê ji dest nekin bi bombeya warêlê ve û moşekên "fîl"ê ve êrîşî muxalifan dikin û wiha got: "Ji ber ku hêzên rejimê êrîşî herêma Cemiyet el Zehrayê dikin vê derê bûye xirabe. Avahiya ku li ser bisekine tune û her alî hatiye hilşandin. Rê û dirb bi tevahî xirab bûne."