AGRI
Li Agiriyê hin gundiyên ku li warên bilind dijîn ji ber ku hewa zêde sar bû û bilindahiya berfê ji metreyan derbas bû ji zozanan dadigerin bajêr.
Li Agiriyê zivistan zehf zehmet derbas dibe û ji ber vê yekê jî gundî ji gundan barî navçe û bajêr dikin û heta biharê li van deran dijîn.
Li gundên ku li cihê bilindin zivistanê sermahiya hewayê xwe digihîne di bin sifirê de 30 pileyî û ji berfê rêyên wan tên girtin. Ji bo vê jî gundî zivistanê tên navenda navçe û bajêr.
Ji van ciyan yek jî Tanyoluya gundê girêdayî navçeya Avkevirê ye.
Gund li bintara Zozana Sînegê ya ku li Çiyayên Erez e û ji ber vê jî zivistan zehf sar derbas dibe.
Mixtarê Tanyoluyê Kemal Artan diyar kir ku welatiyên ku li navenda gund û 5 gomên gund dijîn bi hatina zivistanê re koçî cihên din dikin.
Artan destnîşan kir ku li van deran zivistan di meha cotmehê de dest pê dike û heta meha gulanê dewam dike û wiha axivî:
"Heke rêyên gundên me asfalt bûna me yê gundên xwe neterikandana. Merzelên dê û bavên me li van gundan in. Em gişk ji ber zivistanê koçî bajêr dikin û di kirê de rûdinin. Dema ku bihar tê em vedigerin gundên xwe. Dema ku dibe zivistan rêyên gundên me ji ber berfê tên girtin. Loma jî em zivistanê nikarin herin tu ciyekî. Gundên me li perava Gola Mesiyan in. Cihekî tûrîstîk e lê belê ji ber tunebûna rê tu kes nikare bê. Heke pirsgirêka rê bê çareserkirin em ê jî gundên xwe neterikînin.