ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da bi 13 pîleyî va li Qersê hat pîvandin.
Li gor agahiyên rayedarên Navenda Hişyarî û Texmînan a Meteorolojiyê herêm di bin tesîra hilmegura bilind da ye û wê car caran jî mij û qeşa çêbe.
Li herêmê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê da li Qersê 13, li Erdexan û Bidlîsê 10, li Agiriyê 9, li Erziromê 8, li Wanê 7, li Hekarî û Îdirê 5, li Mûşê 4 û li Ezirganê jî 3 pîle hat pîvandin.
Li gor texmînan wê di nav rojê da hewaya herî germ li Îdirê 8, li Ezirganê 4, li Wanê 3, li Hekariyê 1 pîle be. Li bajarên din jî di bin sifirê da li Erziromê 0, li Erdexanê 6, li Agiriyê 5, li Bidlîs û Qersê 2 û li Mûşê jî pîleyek be.
Qalindahiya berfê jî li Bidlîsê 76, li Mûşê 26, li Erzirom û Erdexanê 16, li Hekariyê 14, li Qers û Wanê 8, li Ezirganê 3, li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokena Erziromê 87, li Navenda Xweşiqitandinê ya Konakliyê 77, li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeya li Sarîqamîşa Qersê 72, li Navenda Xweşiqitandinê ya Erganê ya li Ezirganê 12 û li Çiyayê Kopê jî 54 santîmêtro hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê destnîşan kirin dibe ku li Hekariyê û başûrê Bidlîsê sibê berf bibare, dawiya hefteyê jî li Erzirom, Ezirgan, Qers û Erdexanê berf bibare.