Li Cizîrê der barê bûyera mirina Nîhat Kazanhanê 12 salî de polêsek hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin lêpirsîna der barê bûyera ku di 14ê kanûna paşîn de li nêzî pireya rêya hawirdor ya nû ya li Taxa Yafesê qewimî û bû sedemê mirina Nîhat Kazanhan de berdewam dike.
Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ve tê kirin û di çarçoveya lêpirsînê de polêsekî ku li Midûriya Şûbeya Herekata Taybet a Midûriya Ewlehiyê ya Mêrdînê peywirdar e û roja bûyerê bi wezîfeya berwext di nav ekîba ku hatibû Cizîrê de cî digirt, hat girtin.
Di vê navberê de hat hînbûn ku dîmenên lêxistina Kazanhan jî di nav dosyeya lêpirsînê de cî digire.
-Mufetîş hatibû peywirdarkirin
Piştî mirina Kazanhan ji bo ku rastiya bûyerê derxînin holê Sermufettîşê Mulkiyeyê ya Wezareta Karên Navxweyî Îbrahîm Akin û Sermufetîşê Midûriya Giştî ya Ewlehiyê Ayhan Acet li Cizîrê lêkolîn kiribûn.
Mufetîşan di çarçoveya lêpirsînê de bi Parlementerê HDPyê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Qaymeqamê Cizîrê Mehmet Şamîl Horasanli, Arîkarê Midûrê Ewlehiyê yê Navçeyê Ozan Başûrgan û bi malbata Kazanhan re hevdîtin kiribûn.