EDIRNE
Li Edirneyê beytar hespa ku erebe lê qelibîbû, birîndar bibû û nikaribû rabe li ser piya derman kir.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin 4 hesp li tanga bazara pêncşemê ya ku li taxa Barutlukê li rexê rê diçêriyan. Erebeyek ji wan hespan li mihînekê qelibî.
Ji ber tesîra lêxistinê hesp demekê nikaribû rabûya pê. Welatiyên li wê derê xebera Wargeha Heywanên Kuçeyan a Midûriyeta Karên Beytariyê ya Şaredariya Edirneyê pê xistin.
Beytar Soyhan Barlasê ku hesp derman kir daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku hin cihên hespê yên ku herişîne derman kir lê belê dibe ku ezayên hespê zirar dîtibin.
Barlas destnîşan kir ku mihîn avis e û ji ber vê jî dibe ku ezayên hundirê wê xun bibin û wiha axivî: "Em niha li ber serê hespê disekinin. Em ê paşê ji şaredariya xwe bixwazin ku hespê sewqî cihekî din bikin. Ji bo ku hesp rind bibe dem lazim e."
Hersê hespên din jî ji ber serê hespa birîndar neçûn û her tim li cem sekinîn.