Fermandariya Operasyonan ya Mûsilê daxuyaniya nivîskî da û hat gotin ku li bajêr operasyon hatin lidarxistin û 11 milîtanên DÎŞIyê di operasyonan de hatin kuştin û 31 kes jî hatin binçavkirin. Ji bilî van hat gotin ku 11 motorpisqilêtên bêplaqe û bê ruhsat hatin bidestxistin.
Artêşa Iraqê ji 21ê çileya pêşîn vir ve li başûrê bajarê Enbarê ji ber ku li wê derê komên çekdar yên girêdayî rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) hene, operasyonên berfireh li dar dixe. Hingî ku ev operasyon dest pê kirine, li Mûsilê jî êrîş li hêzên ewlehiyê û sivîlan tê kirin.