Fatih Gazioğlu
13 Nîsan 2019•Rojanekirin: 14 Nîsan 2019
Li Maltepeyê jimartina rayan ya ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li ser îtirazan dest pê kiribû û dewam dike.
Li Navend Çandê ya Turkan Saylanê duh di dema jimartina dengan de di navbera alîgirên partiyan da nîqaş derketibû û jimartina rayan sekinîbû.
Jimartina rayan îro dîsa dest pê kir.
Teşkîlata AK Partiyê ya Navçeya Maltepeyê ji bo ku rayên hatine betalkirin bên jimartin îtiraz kiribû.
Li ser îtirazê LHByê ji bo hemû rayên ku di 1089 sindoqan da careke din bên jimartin biryar dabû.