ANKARA
Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan beriya Lijneya Giştî ya 69emîn ya Yekîtiya Borsa û Odeyan a Tirkiyeyê (TOBB) bangî delegeyan kir.
Lijneya giştî ya TOBBê îro dest pê dike. Serokwezîr Erdogan beriya destpêkirinê, ji lijneya giştî re serkeftin xwest û got: "Ez ji Xwedê dixwazim ku Lijneya Giştî ya 69emîn ya TOBBê, ji bo aboriya me, welatê me û demokrasiya me bi xêr be."
Erdogan li ser giringiya lijneyên giştî yên TOBBê sekinî û wiha pê de çû: "Hûn rojeva Tirkiyeyê ya rastî, vegûherîn û pêşveçûnê Tirkiyeyê, rewşa 81 bajaran ji nêz ve dişopînin û dizanin. Hûn wan kesên ku vê rewşê dizanin jî temsîl dikin. Ev gavên ku me di 10 sal û nîvan de avêtin, ji bo wan em him bi saziyên sivîl re him jî bi TOBBê re şêwirîn. Ez ji dil û can dibêjim ku Tirkiye bi saya ked û xebata we hemûyan gihişt rewşa îro. Bi rastî we ji bo pêşveçûn û vegûhestina Tirkiyê ked û xebateke mezin da û ez jî li ser navê xwe, gelê xwe û welatê xwe ji we hemûyan re spas dikim."
Erdogan diyar kir ku dema di hiqûq, maf û azadiyan, aştiya nav welêt, biratî, îstîqrara hawirdorî û ewlehiyê de kêmasiyeke piçûk jî hebe, ev yek bandoreke neyînî li ser aboriyê dike û axaftina xwe wiha domand: "Ji bo ku Tirkiye bigihije vê astê, me di 10 sal û nîvan de çi kişand, em rastî kîjan astengiyan hatin û çi hate serê me hûn baş dizanin. Bawer bikin heke me yek carê jî tawîz bida, em nedigihiştin vê astê."
Erdogan xesasiyeta TOBBê ya li ser demokrasiyê jî nirxand û got: "Di 10 sal û nîvan de ji bo demokrasiyê tiştê ku ji destê we hat, we kir. Ez ji dil û can bawer dikim ku hûn der barê demokrasiyê de pir xesas in. Hewce nake ku her kes ji me hez bike. Ez ji dil û can dibêjim. Em ji bo ku bibin axayê milletê nehatin, em ji bo ku ji gel re xizmetê bikin hatin.
Serokwezîr di axaftina xwe de li ser girîngiya hilbijartin û demokrasiyê sekinî û da zanîn ku sindoq ji bo demokrasiyê namûs e, di demokrasiyan de meqamê hesap pirsînê ye.
Erdogan wiha dewam kir: "Sindoq cihê qezençkirin û windakirina demokratîk e. Jixwe beriya qezençkirinê kê winda kiribe, wî jî nîşan dide. Divê kesê ku li ser sindoqê têk çû, bifikire. Gelo min di kuderê de xeletî kir? Ji aliyê din ve yê ku bibêje min li ser sindoqê qezenç kir û ez çi bixwazim dikarim bikim, ev jî rast nîn e. Em li hemberê vê fikrê ne jî. Min ji sedî 50î ray girtin û em dibêjin gelo em çi bikin, em ê ji sedî 50î din ray bistînin. Em vê hesabê dikin, lewra di sindoqan de yê ku qezenç dike hemû welêt e. Lê kesên ku têk diçin û serî li rêyên cuda dixin, li dijî demokrasî, hiqûq û vîna gel tevdigerin. Em li dijî wan in jî."