Kemal Özdemir,Selami Küçükoğlu
04 Adar 2023•Rojanekirin: 05 Adar 2023
Piştî erdhejên navend Meraş, li Meletiyê Sûka Sefaran ya ku lê qazan, sîtil, sinî, tas, sihan, misîn û alavên curbecur dihatin çêkirin zirareke mezin dît û ji sûkê êdî dengê çakûçan hilnayê.

Piştî erdhejên navend Meraş ku di 6ê Sibatê da bi mezinahiya 7,7 û 7,6ê li navçeyên Bazarcix û Elbistanê çêbûn û bandor li 11 bajaran bandor kir, li Meletiyê Sûka Sefaran ya mîrateyeke çandî ye, xisar dît.
Serokê Odeya Zinaetkar û Esnafên Alavên Madenî yê Meletiyê Îzzet Demircî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ji ji Sûka Sefaran êdî dengê çakûçan nayê.

Îzzet Demircî destnîşan kir ku esnafên sûkê di erdheja ewil da derbe xwarin, lê piştî erdheja duyem êdî ji hev da ketin û wiha got, "Li vir 210 dikan hebûn. Gelek esnafan li vir debara xwe dikir. Ji ber erdhejê êdî kes li vir nema."
Demircî diyar kir piştî erdhejên navend Meraş li sûkê hin dikanan xisar dît û hin dikan xera bûbûn û got ku piştî erdheja di 27ê Sibatê da bi mezinahiya 5,6ê li Yeşîlyurtê çêbû hemû dikan êdî nayên emilandin.
Îzzet Demircî diyar kir piştî erdhejê bi têlefonê li esnafan geriyaye û gotiye dikanên xwe vala bikin û wiha got, "Hemû hevalên me yên esnaf dikanên xwe vala kirin. Hin esnafan jî Meletî terikand. Ji me ra pir zor tê Sûka Sefaran vala bûye."