Veysel Altun,Fatih Mehmet Kürkçü
04 Adar 2023•Rojanekirin: 05 Adar 2023
Midûrê Giştî yê Dezgehên Çandiniyê (TÎGEM) Hasan Gezgînç diyar kir ku ji avahiyên di erdhejên li Meraşê da hilweşiyan heta niha 468 ton enqaz rakirin.

Di 6ê Sibatê da li Bazarcix û Elbistana navçeyên Meraşê bi mezinahiya 7,7 û 7,6an erdhej çêbûn û piştî xebatên lêgerîn û xilaskirinê jî li bajêr rakirina kavilên avahiyan dest pê kir û ew xebat didomin.
Wezareta Çandinî û Daristanê rakirina enqazan organîze dike û Gezgînçê li ser navê wezaretê kordîneya vî karî dike jî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku heta niha di xebatên li Meraşê da 2,7 milyon lître sotemenî şewitandin.
Gezgînç destnîşan kir ku xebatên wan ên li bajêr didomin û wiha pê da çû: "Ji avahiyên hilweşiyan heta niha 468 hezar ton enqaz hat rakirin. Ji bo enqazên 70 avahiyî jî bên rakirin, xebat didome. Heta niha enqazê 118 avahiyan jî hat rakirin."