21 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
MARDÎN
Li Mêrdînê di encama operasyonekê de li dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Pêkhateya Dewleta Rexber (FETO/PDY)ê, 21 kesên ku berê polîstî dikirin, piştî binçavkirinê, hatin girtin.
Li gorî agahiyan, di encama operasyonekê de li dijî FETO/PDYê, 21 polîsên berê ku bi sedema bikaranîna bernameya şifredar a "ByLock"ê, hatibûn binçavkirin û ji kar hatibûn avêtin, piştî temambûna karûbarê wan yên li Midûrtiya Ewlakariya Wîlayetê ji dadgehê ra hatin sewqkirin.
Her 21 gumanbar bi biryara dadgehê hatin girtin.