21 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
ŞIRNAK
Li Uludereya navçeya Şirnexê li devera Bestler-Derelerê leşkerek ji wan her du leşkerê ku di operasyona dijî terorê de birîndar bûbûn, şehîd ket.
Li gorî agahiyan, li Bestler-Derelera Uludereyê operasyona yekeyên girêdayî 23eymîn Fermandariya Tumena Cendirmeya Sînor bi piştevaniya gundparêzan, li dîjî terorîstên PKKyî berdewam e.
Di akama operasyonan de dema ku hêzên ewlekariyê lêgerîn û pişkinîna deverê dikirin, terorîstên PKKyî êrîş kirin. Di encama êrîşê de 2 leşker birîndar bûn.
Leşkerên birîndar bi ambûlansfira leşkerî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê lê tevî hemî midaxeleyan yek ji wan şehîd ket.