MUŞ
Rêbeja Varto-Karliovayê ya ku ji aliyê piştevanên rêxistina PKKê ve hatibû girtin piştî mudaxaleya hêzên ewlehiyê ji çûn û hatinê re hat vekirin.
Piştevanên rêxistina PKKê ev 2 roj in ku rêbeja Varto-Karliovayê ji çûn û hatinê re girtine, hêzên ewlehiyê mudaxaleyî çalakvanan kirin û rê ji nû ve ji çûn û hatinê vekirin.
Li navenda Vartoya navçeyê Mûşê çalakvanan bi molotofan ve êrîşî cihê Serokatiya Navçeya AK partiyê kirin û agir bi avahiyê ket, tîmên agirkujiyê mudaxale kirin û agir vemirandin. Koma çalakvan bi kevir û molotofan ve zirar dan dikanên derdorê jî.
Çalakvanan ji bo ku hêzên ewlehiyê nikaribin bikevin herêmê bi bîdonên çopê û keviran ve rê girtin û dest dan ser amûrên nûçegihanên ku li wêderê bûyeran dişopandin.
Wekîlê Walî Huseyîn Gurturk daxuyanî da û diyar kir hêzên ewlehiyê li herêmê tewdîrên ku hewce dikin girtine, çûn û hatin jî di bin kontrola hêzên ewlehiyê de didome.