Haydar Şahin
21 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2020
Li Mûşê derxistina kelemên li 3 hezar û 65 dagar erdî hatibûn ajotin dewam dike.
Mehmet Aydinê Midûrê Çandinî û Daristanan ê Bajêr di daxuyaniya xwe da diyar kir ku hêşinkirina keleman tevkariyeke girîng dide cotkaran.
Aydin destnîşan kir ku li bajêr li 3 hezar û 65 dagar erdî kelem hatin ajotin li bendê ne ki 11 hezar ton keleman derxin û wiha pê da çû:
"Li piyaseyê eleqeyê nîşanî keleman didin û tehma wan xweş e. Bi taybetî ji bo tirşînê û tolmeyan tên bikaranîn. Ji ber ku aroma û tehma wan zêde ye ji bajarên din jî dixwazin. Lewra hema bêje 100 sal e kelem ji tovê xwemalî tên hêşinkirin. Bi taybetî em keleman dişînin Bîngol û Bidlîsê, hin caran dişînin Batman û Stenbolê jî."
Kadîr Atilganê cotkar jî diyar kir ku di nîsan û gulanê da dest bi ajotina keleman dikin.
Atilgan destnîşan kir ku 5 hem şûnda dest bi derxistina keleman dikin û wan bi kamyonan dişînin bajarên din û wiha axivî: "Em debara xwe bi keleman dikin ji ber vê jî her sal keleman diajon. Li Baxlara taxa 50 xaneyî ji sedî 80yê gundiyan debara xwe bi keleman dikin."