21 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2020
Di operasyona li çol û çiyayên Mazgîrta navçeya Tunceliyê hat kirin da du şikeftên wargehên terorîstan bûn hatin îmhekirin.
Walîtiyê daxuyanî weşand û ragihand ku ekîbên Fermandariya Cendirme ya Bajêr a ku li dijî rêxistina terorê xebatên xwe didomîne li çol û çiyayên navçeya Mazgîrtê operasyon bir serî û du şikeftên wargehên terorîstan tespît kir.
Hat gotin ku şikeft ji alî hêzên ewlehiyê va hatin îmhekirin û tê da 75 kîlo amonyum nîtrat a di çêkirina teqemeniyan da tê bikaranîn, qartekî dewrê yê teqemeniyê yê bi dest hatiye çêkirin, 5 pergalên mifteyê yên teqemeniyê ku bi dest hatine çêkirin, pergaleke teqandinê ya bi dest hatiye çêkirin, bêtêlek, 3 heb blokên pîlan ên 6 serî, tupeke mezin, 120 metre qamlo, 50 metre branda, 10 lître benzîn, 20 pirtûkên rêxistinî, 4 sîwanek, 8 cot şekal, 7 cil û bergên terorîstan, 3 cilên baranê, 7 çenteyên nav mil, 10 kîlo penêr, 10 kîlo çay, 10 kîlo zeytûn, 30 kîlo birinc, 4 birek û gelek amûrên jiyane hatin qefaltin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku li seranserê bajêr ji bo berterefkirina terorîst û bermayiyên wan kar û xebatên dest pê kirine wê bi biryardarî dewam bike.