Waliyê Mûşê Vedat Buyukersoy der heqê bûyerên terorê yên navçeya Vartoyê da got: "Li navçeya me jiyan normalîze bû. Weke her derê welêt em dixwazin hizûr û ewlehî li Vartoyê jî hebe."
Walî Buyukersoy civîna çapemeniyê li dar xist û got ku mensûbên rêxistina terorê PKKê di 15ê tebaxê da li navçeyê 2 wezîfedarên TEDAŞê rehîn hildan û ceyrana navçeyê hat birîn. Piştî vê pêvajoyê rewş hat vê astê.
Buyukersoy got ku wî bûyer şopand û di 16ê tebaxê da li gor qanûnê li Vartoyê derketina derva qedexe kir. Buyukersoy wiha dewam kir: "Ji ber ku mensûbên PKKya rêxistina terorê li gelek deran mayîn bi cih kirin, ji bo ku zirar negihîje welatiyan wan biryara qedexekirina derketina derva da."
Buyukersoy got ku ji bo îmhakirina mayîn û teqemeniyan wan ji Wanê wesaîta îmhakirinê anî û wiha pê da çû:
"Me bi wê wesaîtê teqemenî îmha kirin. Qismekî teqemeniyan 30-40 kîlo bûn. Dema ku me teqemenî îmha dikirin, mensûbên rêxistina terorê polês û leşkerê me da ber guleyan. Roket avêtin. Şikir tiştek bi kesî nehat. Piştî vê feliyeta ji bo hizûra gel, îro serê sibê pê va qedexe rabû."
- Gelek çek û muhîmmat hat bidestxistin
Buyukersoy li cihê ku pevçûn derket gelek terorîstan çekên lûledirêj û roket xebitandin, di operasyonê da nêzî 4 hezar fîşengên keleşkofê, 13 keleşkof, 5 guleyên roketê, 700 fîşengên çeka Bîxiyê û tenekek tije fîşengên çeka M16ê hatin bidestxistin.
Walî Buyukersoy got ku li navçeyê ji bo ewlehiya welatiyan rewş nebaş bû polês û leşkeran midaxale kir û wiha pê da çû: "Di operasyonê da 4 terorîst hatin kuştin, yek jî sax hat girtin. Der heqê mijarê da miqamên edlî kar û baran didomînin."
- Li navçeyê jiyan normal bû
Buyukersoy got ku li navçeyê jiyan normal bû û wiha dewam kir:
"Weke her derê welêt em dixwazin hizûr û ewlehî li Vartoyê jî hebe. Heke li cihekî bombe, teqemenî û mayîn hebin hizûr tuneye. Qedexeya derketina derva serê sibê 08.30î da dest pê kir û îro serê sibê rabû. Di çûn û hatinê da pirsgirêk tuneye, jiyan normal e."
Buyukersoy got ku di midaxaleyê da zirar negihîşt welatiyên sivîl.
Serdozgerê Komarê Omer Sonmez, Fermandarê Cendirmeyên Bajêr Kurmay Albay Osman Nurî Çevîk û Midûrê Emniyeta Bajêr Ahmet Cemal Çalişkan jî tevî civînê bûn.