05 Nîsan 2016•Rojanekirin: 05 Nîsan 2016
ANKARA
Nisêbîna navçeya Mêrdînê 2 eskerên ku di encama êrîşa çekdarî ya terorîstan da birîndar bûn, li nexweşxaneyê şehîd ketin.
Li Nisêbînê operasyona ser PKKya rêxistina terorê dewam dike.
Li ser malpera Serokatiya Sererkaniyê wiha hat daxuyandin, li Nisêbîna navçeya Mêrdînê îro 2 esker di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da birîndar bûn. Eskerên birîndar rakirin nexweşxaneyê lê belê esker digel midaxaleyên li vir şehîd bûn.
Daxuyanî wiha dewam kir: "Xwedê rehma xwe li şehîdên me yên ezîz ku em ji bo wan xemgînin bike, serê malbatên şehîdên me yên ezîz, xizmên wan, mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û miletê Tirkiyeyê sax be. Xwedê sebrê bide."