Cotkarên herêma Qersê, dest bi derxistina kartolan kir.
Li navend, navçe û gundên herêma Qersê dest bi derxistina kartolan kirin. Tê payin ku îsal 15 hezar ton kartol bên derxistin.
Midûrê Xurek, Çandînî û Heywandarî yê Qersê Huseyîn Duzgun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li ser axa vê herêmê pêkan e ku mirov çandiniya kartolan bike lê ji bo çandiniya kartolan baştir bê kirin divê dewlet alîkariyê bide cotkaran.
Duzgun got ku ew der barê cotkariyê de agahiyan didin cotkaran lê digel vê yekê hêj qeyd temam nebûn û ji ber vê yekê rekolteyê tam nizanin.
Rahmî Aydoganê ku li navçeya Selîmê cotkariyê dike got ku rêjeya hilberînê wek sala par e û got ku wan bi alîkariya hîbeyê makîneya ku kartolan ji axê derdixe sitand û ev makîne karên wan hêsantir dike.