ŞANLIURFA
Li Ceylanpinara navçeya Rihayê ji ber şerê ku tê de kesek miribû 14 kes hatibûn binçavkirin û ji van 4 kes hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, 14 sibatê li Kolana Gaziyê şerê biçek qewimî û 14 kesên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin.
Ji gumanbaran Murat A, Ahmet K, Mahmut C. û Mustafa D. ji aliyê dadgeha nobedar ve hatin girtin. 10 gumanbarên jî dê serbest bên darizandin.