Önder Beyter
24 Adar 2019•Rojanekirin: 25 Adar 2019
Li Erdexan û Agiriyê berf barî.
Li Agiriyê sir û sermayê ber bi nîvê şevê vegerand berfê. Ji ber barîna berfa ku her çû bandora xwe zêde kir, kuçe kolanên bajêr spî çîl bûn.
Welatiyên ku li bendê bûn bihar were û hewa xweş bibe, ji ber barîna berfê heyirî man.
Hin welatiyan nivîs li ser wesayîtên xwe yên ku berf bi ser da bariye nivîsî û goga berfê leyîstin.
Şêniyê bajêr Ebdullah Akdenîz diyar kir ku ew li benda hatina biharê bûn, lêbelê berf barî û wiha dewam kir, "3 roj berê me hatina biharê pîroz kir. Lê niha berf dibare. 24ê adarê ye, ji ber vê çendê jî gava me barîna berfê dît, em gelekî heyirî man."
Li navenda bajarê Erdexanê jî berf barî.
Danê êvarê li ciyên bilind, bi şev jî li navenda bajêr berf barî.