Fatih Gazioğlu
23 Adar 2019•Rojanekirin: 23 Adar 2019
Waliyê Hekariyê Îdrîs Akbiyik got: "Hekarî êdî bi xeberên veberhênan, perwerdeyê, çandî û sporê û xizmetan tê rojevê. Navê tundiyê tuneye."
Walî Akbiyik bi Alî Çelîkê Midûrê Giştî yê Îdareya Îllerê Navenda Acil ya 112an ziyaret kir.
Akbiyik li vê derê daxuyanî da rojnamevanan û got ku Hekarî êdî bi xeberên xweş û baş tê rojevê û wiha axivî:
"Hekarî êdî bi xeberên veberhênan, perwerdeyê, çandî û sporê û xizmetan tê rojevê. Bajar êdî xeberên tundiyê nayê rojevê. Ji ber van xizmeta em spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û wezîrê xwe dikin."
Piştî ziyaretê bi serokatiya Walî Akbiyik û beşdarbûna Midûrê Giştî yê Îdareya Îllerê Alî Çelîk, Serokê Daîreya Îdareya Îllerê Mehmet Ozer û endamên protokolê yên din civînek hat kirin.