ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê de bi 14 pîleyî ve li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, herêm ketiye bin tesîra hulmegura bilind a Sibîryayê û ji ber vê yekê jî hewa sar e.
Li Herêmê şev hewaya herî sar li Qersê 3, li Agiriyê 14, li Erdehanê 2, li Erzirom û Îdirê 1, Erzîncanê 5 pîle hat pîvandin.
Bi roj hewaya herî germ li Îdirê 11, li Erzîncanê 13, li Erziromê 6, li Erdehanê 5, li Agiriyê 2, li Qersê jî dê bibe 3 pîle.
Qalindahiya berfê li navendên bajaran li Erziromê 4, li Erdehanê 6, li Qersê 9, li Agiriyê 24 santêm li navendên xweşiqitandinê jî li Qonaxliyê 88, li Cibiltepeyê 47 û li Palandokenê jî 41 santêm hat pîvandin.