30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfaya ku ji sedî 42yê pembûyê Tirkiyeyê lê tê çandin, îsal ji ber ku şert û mercên hewayê baş bûn, li gor 8 salên dawîn bi ber û bereket bû.
Îsal rekolteya pembû serê dekarê 600 kîlogram bû û bihayê pembû jî derket 2 lireyî.
Li Şanliurfaya ku ji hêla genim, garis û pembû van dewlemend e, ji ber ku şert û mercên hewayê baş bûn û derfetên avdanê pêş ketin, pembû bi ber û bereket bû.
Li Şanliurfayê pembû di serî da li deşta Heranê û navçeyên Akçakale û Hîlwanê tê çandin û îsal rekolteya pembû serê dekarê 600 kîlogram bû û bihayê pembû jî derket 2 lireyî. Îsal ji ber ku şert û mercên hewayê baş bû, li gor 8 salên dawîn jî pembû bi ber bû."
Serokê Şaxa Şanliurfayê ya Odeya Endezyarên Ziraetê Doç. Dr. Alî Riza Ozturkmen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji sedî 42yê pembûyê Tirkiyeyê li Şanliurfayê tê çandin û wiha got: "Îsal rekolteya pembû serê dekarê 600 kîlogram bû û bihayê pembû jî derket 2 lireyî. Li gor texmîna me wê îsal derdora milyonek û 300 hezar ton pembû ji Şanliurfayê derkeve."
Ozturkmen destnîşan kir ku bi Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) şert û mercên avdanê baş bû û wiha got: "Berê li Şanliurfayê pembû zêde nedihat çandin û rêje ji sedî 13 bû. Lê ji ber GAPê şert û mercên avdanê zêde bûn û ev rêje derket ji sedî 42yan."
Serokê Odeya Ziraetê ya Şanliurfayê Ahmet Eyyuboglu jî diyar kir ku îsal ji ber rekolte û bihayê pembû kêfxweş in.
Eyyupoglu destnîşan kir ku bihayê mazotê jî li gor salên berê daketiye û got ku vê jî feydeyeke mezin da cotkaran.