Koçerên ku havînê li zozanan dijîn û zivistanê berê xwe didin bajaran dixwazin dev ji koçeriyê berdin û jiyaneke normal bijîn.
Koçer havînê zozanan kirê dikin û di konên mû de hewl didin ku bijîn. Lê dema hewa sar dibe û zivistan tê mecbur dimînin ku ji zozanan vegerin bajêr. Ev jiyana wan a koçberiyê hin zehmetiyan derdixe li pêş wan.
Mehmet Kirliyê koçer ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew payîzê ji Kovancilara navçeya Elezîzê vedigere Şanliurfayê û wiha axivî: "Em bi salan e koçer in. Biharê û havînê em diçin zozanên Erzirom, Elazîz û Bîngolê. Em 3 û 4 mehan li van zozanên ku me kirê kiriye de dimînin. Ji ber ku em her tim koç dikin zarokên me nikarin perwerdeyê bibînin. Em zarokên xwe li cem eqrebayên xwe yên li bajêr dihêlin. Ji ber koçberiyê gelek zehmetiyên me çêdibin. Em dixwazin ku ev pirsgirêkên me çareser bibin."
Selvînaz kirliya koçer jî got ku dema ew koç dikin diçin û car din vedigerin gelek zehmetiyan dikşînin û wiha axivî:
"Min ji 6 zarokên xwe du zarok li Elazîzê li cem dayika xwe hîştin. 4 zarokên min jî li vir heywanan dinêhêrin. Dil dixwest ku em hemûyan bidin xwendin, lê aboriya me têrê nake. Heke em bixwazin heywanên xwe bifroşin, ji xwe erzan tên firotin. Ev jî ji dest me herin êmê bikevin tengasiyê. Ez bîrya zarokên xwe yên din dikim û ew jî bîrya min dikin. Telefon baş nakşînin û em nikarin bi hev re zêde biaxivin jî."