24 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
ŞANLIURFA
Di konbajarê aîdê Şaredariya Sirûcê da li dijî PKKya rêxistina terorê operasyon hat kirin û 2 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê li taxa 11 Nîsanê, di konbajarê ku kurdên sûriyeyî lê dimînin da şefeqê di heman demê da operasyon birin ser hin çadiran.
Di operasyonê da O.Kyê ku li ser nifûsa Agiriyê ye û A.Myê kobanêyî hatin binçavkirin.
Li çadirên bersûcan da gelek dokumanên rêxistinê hatin bidestxistin.
Li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê karên gumanbaran dewam dike.