26 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li ser 3 terorîstên ku pêr li Yênîşehira navçeya Diyarbekirê hatibûn kuştin notên keşfê derketin.
Pêr ekîbên polêsan li Taxa Şehîtlikê ji bo kontrolê ber bi çend kesan çûbûn û li ser vê wan kesan bi çekan êrîşî polêsan kiribû. Piştî êrîşê hersê terorîst hatibûn kuştin. Li ser wan kesan 3 debançe, 4 jarjor, qilifeke debançeyan û 2 notên keşfê yên ku dibêjin ji bo defikdanînê hatine nivîsandin hatin girtin.
Di nota ku li ser terorîstan hat girtin da der barê saetên çûyîn û hatina wesayîtên serwêsa polêsan da agahî hatibûn nivîsandin.
Ji nota ku hatibû nivîsandin hat fehmkirin ku 2 polêsên Yunis hatine teqîbkirin, ciyê ku polêsan lê xwarin xwarine, dema ku yêlekê pola li xwe kirine gişk di notan da hatibû nivîsandin.
Wek mayîn di notan da hejmara nobedarên ku li lojmana polêsan wezîfeyê dikin, li ser rêya serwêsan çend çirayên tirafîkê hene, di îşiqa sor da çiqasî disekinin jî hatine nivîsandin.
Li Yênîşehira navçeya Diyarbekirê di 24ê berfanbarê da di operasyonê da 3 terorîst hatibûn kuştin û 3 terorîstên ku revîbûn jî hatibûn girtin. Hat tesbîtkirin ku Serkan Demîrokê ku hatibû kuştin berpirsiyarê kuştina Aytaç Baranê Serokê Îhya Dera Teze û endamê HUDA PARê ye.