Piştî Cizîra navçeya Şirnexê li Silopiyê jî dest bi girtina xendekên ku di xwepêşandanên bêdestûr de ji bo ku nehêlin hêzên ewlehiyê mudaxaleyê bikin kolabûn, kirin.
Endamên YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKyê li taxên Silopiyê yên wekî Ofîs, Karşiyaka, Başak û Barbarosê di xwepêşandanên bêdestûr de ji bo nehêlin ku wesayîtên bi zirx ên aidê hêzên ewlehiyê bikevin taxan, ji 40î zêdetir xendek kolabûn. Makîneyên kar ên şaredariyê dest bi girtina xendeqan kirin.
Arîkarê Şaredarê Navçeyê Seyfettîn Aydemîr daxuyaniyek da û got ku ji Taxa Yenîşehîrê dest bi girtina xendekan kirin.
Aydemîr diyar kir ku dê hemû xendeq bên girtin û da zanîn ku kevirên parkeyê raxistin li ser xendeqên ku hatin girtin.
-Li Cizîrê 14 xendeq hatin girtin
Di vê navberê de li Cizîrê xebatên ku ji bo girtina xendeqan 3 roj beriya niha dabûn destpêkirin, berdewam dikin.
Ji 184 xendeqên ku li taxên Sûr, Cûdî û Nûrê bi makîneyên kar hatin kolandin û cî ciyan firehî û kûrahiya wan digihêjin 2 metroyan, 14 heb bi axê tijî kirin.
Welatiyan ji ber xendeqan nedikariyan ku bi wesayîtên xwe biçin malên xwe û wesayît tenê ji kolaneke ku wir xendeq nehatibûn kolan, dihatin û diçûn. Ev rewş dibû sedem ku ekîbên agirkuj û tenduristiyê nekarin di wextê de mudaxaleyê bûyeran bikin.