ŞIRNAK
Bi molotofê erîşî avahiya şaxa Partiya Doza Azad (Huda-Par) a Silopiyê hat kirin. Li Cîzreyê jî bi molotofê êrîşî wesaîta welatiyekî kirin.
Li gor agahiyan li taxa Yeşîltepeyê hin kesên rûpêçayî bi molotofê êrîşî avahiya şaxa Partiya Doza Azad (Huda-Par) a Silopiyê kirin. Piştî êrîşê di avahiyê de şewat derket û tîmên agirkujiyê şewat vemirand.
Serokê Partiya Doza Azad a Navçeyê Mûsa Atîlla diyar kir ku êrîşê şermezar dikin û ew kêsên ku êrîş kirine jî provakator in.
Li Cîzreyê jî hin kesên ku nasnameya wan hêj nayê zanîn bi teqemeniyan êrîşî wesaîta Haci.T kirin.
Ji ber vê agir bi wesaîtê ket û tîmên agirkujiyê şewat temirand lê di wesaîtê de zirar çêbû.
Der barê bûyeran de dest bi lêkolînê hat kirin.