05 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2019
Li Şirnexê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 14 şikbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr hat dayîn, hêzên ewlehiyê li navend û navçeyan dijî PKKya rêxistina terorê operasyon bir ser hin navnîşanan.
Di operasyonê da 14 kesên ku tê îdiakirin li ser medyaya civakî propagandaya PKKya rêxistina terorê kirine û alîkarî dane rêxistinê hatin binçavkirin.
Di lêgerîna malên şikbaran de 2 tivingên nêçîrê, 35 fîşengên wê û gelek dokumentên rêxistinî hatin bidestxistin.
Kar û barên şikbaran li emniyetê dewam dike.