05 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2019
Hat ragihandin di operasyona bi hevkariya Fermandariya Cendermeyê ya Bajêr û Serokatiya Îstixbarata Neteweyî (MÎT) va ku li çil û çiyayên Pulumur a navçeya Tunceliyê hat kirin da, 2 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya operasyonên ewlehiya navxweyî da Fermandariya Cenderme ya Bajêr û Serokatiya MÎTê li çil û çiyayên Pulumura navçeya Tunceliyê operasyon birin serî.
Di operasyonê da 2 terorîstên çekdar hatin berterefkirin.
Walîtiya Tunceliyê jî di daxuyaniya weşand da operasyona ku Fermandariya Cenderme ya Bajêr û Midûriyeta Herêmê ya MÎTê li çil û çiyayên Pulumura navçeya Tunceliyê li dar xistin, bi bîr xist.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku du terorîstên hatin tespîtkirin bi firokeyên çekdar ên bêmirov (SÎHA) va hatin berterefkirin û daxuyanî wiha dewam kir: "Li herêmê operasyon dewam dike û raya giştî wê di mijara rûdanên din da jî bên agahdarkirin. Li bajarê me xebatên ji bo tespîtkirin û berterefkirina terorîst û hêmanên wan bi cehd û biryardarî dewam dike."