İbrahim Atmaca
06 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2019
Li Haliciogluyê metrobusa ku diçû Avcilara, li metrobuseke din a ku pêşiya wê diçû qelibî û 3 kes sivik birîndar bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, li Stenbolê metrobusa ku wê li rawestgeha Haliciogluyê bisekiniya, li metrobuseke din a ku pêşiya wê sikinîbû qelibî.
Di qezayê da 3 kes sivik birîndar bûn, polsê û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê qezayê kirin.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê. Metrobusên ku qeza kirin bi barkêşê va ji cihê qezayê rakirin û sefer normal bûn.