Abdurrahman Binay
18 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2021
Li Kurtalana navçeya Sêrtê du malbatên ku neyarê hev bûn li hev anîn.
Di navbera endamên malbata Turgut û Egîlmez ên ku li gundê Yeşîlkonaka li ser navçeyê dijîn da hefteyek berê şerekî ku bû sedema birîndarbûna kesekî guherî neyartiyê.
Neyartiya di navbera malbatan da bi teşebûsên Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Kurtalanê Îhsan Emre Aydin va xilas bû.
Bi xilasbûna neyartiyê li mala sersaxiyê ya li gund "merasima aştiyê" hat kirin.
Di merasimê da Qur'ana Pîroz hat xwendin û Qaymeqam Aydin axivî û spasiya herkesê ku bûn wesîleya aştiyê kir.