SÎÎRT
Li Sêrtê navê 4 gundan bi tesdîqa Wezareta Karên Navxweyî hat guhertin.
Li gor daxuyaniya ku Walîtiyê da navê 4 gundên girêdayî navçeyên Tillo û Kûrtalanê bi navên wanê berê re hatin guhertin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku guherîna navan bi tesdîqa Wezareta Karên Navxweyî hat kirin û wiha hat gotin:
"Di çarçoveya destûra ku wezaretê di 9ê kanûna pêşîn a 2014an de da, navê gundê Çatiliyê yê girêdayî navçeya Tilloyê wek "Sînep" navê gundê Çinarlisûyê yê girêdayî navçeya Tilloyê wek "Xantrant" navê gundê Dereyamaçê yê girêdayî navçeya Tilloyê wek "Fersaf" û navê gundê Oyacikê yê girêdayî navçeya Kûrtalanê jî wek "Teylan" hat guhertin."