Saziyên belavkirina sotemeniyê bihayê lîtreya mazotê kêm zêde 4-5 quriş erzan kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda, piştî erzaniyê bihayê lîtreya mazotê li Enqereyê ji 3,86-3,87 lîreyî daket 3,82-3,83 lîreyî, li Stenbolê ji 3,81-3,79 lîreyî daket 3,77-3,75 lîreyî, li Îzmirê ji 3,80-3,79 lîreyî daket 3,75-3,76 lîreyî.
Bihayê ku saziyên belavkirinê eşkere kirin li gor bajar û bajarokan hinekî diguhere.