30 Adar 2017•Rojanekirin: 31 Adar 2017
SÎÎRT
Di operasyona dijî rêxistina terorî ya li Eruha navçeya Sêrtê da 33 kesên ku di nav wan da rêveberên HDP û DBPê jî hene hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgriya Komarê ya Eruhê birêva dibe da der heqê 49 kesan da bi sedema "endamtiya rêxistina terorî" û "kirina propagandaya rêxistina terorî" biryara derdestkirinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê di operasyonê da 33 kesên ku di nav wan da rêveberên HDP û DBPê jî hene binçav kirin.
Ji bo derdestkirina 16 şikbaran xebat dewam dikin.
Karûbarên li ewlekariyê yên şikbaran hê dewam dikin.