05 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
SÊRT
Li Navenda Ciwanan ku di bin banê Midûriyeta Werziş û Xizmetên Ciwanan da çalakiyên xwe didomîne, perwerdeya îngilizî, erebî, tirkî û zimanê îşaretê tê dayîn.
Navenda Ciwanan a ku gelek ciwan diçinê, kursên ziman ên bêucret bi rê va diçin û gelek kes jî beşdariyê dikin.
Midûrê Navenda Ciwanan Îrfan Tekîn di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku perwerde bêucret dewam dikin.
Tekîn wiha xeberda:
"Armanca me ew e ku ciwan beşdarî çalakiyên çandî, civakî û hunerî bibin. Em dixwazin ku ciwanên me ji hêla fikrî û bedenê va saxlem bin, çand û edetên xwe nas bikin û bi kêrî civakê bên. Ciwan û zarokên ku dixwazin beşdarî kursên me yên bêucret bin, divê serî li Navenda me ya Ciwanan bidin."