Haydar Şahin
31 Gulan 2019•Rojanekirin: 03 Hezîran 2019
Li Şîrvana navçeya Sêrtê zarokê 8 salî di hewzê da mirî hat dîtin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, Samet Cebe duh êvarê ji mala xwe ya li gundê Narlikaya derket û paşê jê xeberek nehat hildan li ser vê dest pê kirin li zarok geriyan.
Di encama xebatan da Cebe di hewza li hewşa malê da mirî hat dîtin.
Ekîbên Serwêsa Acil a 112ê cinazeyê Cebe ji gund hildan û rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Li ser bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.