Li Şarkışlaya navçeya Sêwasê minîbusek welgeriya. Di qezayê de ji heman malbatê 3 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Minîbusa ku plaqaya wê 58 TF 937 û nasnameya şofêrê wê hê nehatiye eşkerekirin li ser rêra Sêwas û Qeyseriyê welgeriya.
Mehmet (39) û Durdane (63) Yildiz li cihê bûyerê mirin. Faruk Yildiz (63) jî di nexweşxaneyê mir.
Melîsa (9) û Fatîh Yildiz (4) jî rakirin nexweşxaneyê.