07 Mijdar 2015•Rojanekirin: 08 Mijdar 2015
SANTIAGO (AA) - Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê diyar kir ku li Şîliya welatê Amerîkaya Latînê erdhejeke bi lerza 6,8an pêk hat.
Navenda erdhejê 295 kîlometre jî ji paytext Sandîagoyê dûr bû û 36 kîlometre di bin erdê de qewimî.
Hat ragihandin ku di erdhejê de tişte bi tu kesî nehat.
Di sala 2010an de li Şîliya ku ser xeta erdhejê ye erdhejeke bi lerza 8,8 pêk hat û ji 700î zêdetir kes mirin, 220 hezar xanî hilweşiyan. Di îlona sala par de jî erdhejeke bi lerza 8,3yan pêk hat û wê demê jî 12 kes mirin.