29 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 03 Mijdar 2015
GAZÎANTEP
Endamê Lijneya Rêvebirina Weqfa Alîkariya Mirovahî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) Osman Atalay diyar kir ku li Sûriyê kêmasiya ar heye û ji ber vê yekê jî gelek firinên nan hatin girtin û di destê wan da jî arê ku têra 10 rojan bike maye.
Atalay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li bendê ne ku piştî êrîşên ji hewayê yên Rûsyayê pêleke koçê bê û bi koçê va tengasiyên derkevin holê.
Atalay got ku piştî bomberanê çandiniya ku dihat kirin jî sekinî û ji ber ku dexl û den kêm e biha jî zêde dibe.
- Hewcedariya ar
Atalak destnîşan kir ku li Sûriyeyê nanek di navbera 100 hezar û 300 hezar lireyê Sûriyeyê (15-17 lireyê Tirkiyeyê) de tê firotin û wiha dewam kir: "Sedema vê jî kêmasiya ar e. Hûn jî dizanin ku piraniya hewcedariya ar ji Tirkiyeyê tê dîtin. Lêbelê nika li Sûriyeyê kêmasiya ar heye. Wisa ye ku ji ber kêmasiya ar li Sûriyeyê gelek firinên nan hatin girtin. Di destê me da jî arê ku têra 10 rajan bike maye. Ji bo bi hezaran kesên mexdûr ecele alîkariya ar lazim e."
Atalay bi bîr xist ku ÎHHyê li Sûriyeyê 9 firinên nan vekirine û hewl dide hewcedariyên gelê mezlûm bibîne.
Atalay destnîşan kir ku di êrîşên ji hewayê da gel ketibû derdê canê xwe û îro jî bi bîrçîmayînê ra rû bi rû maye û wiha axivî: "Heke em aliyê birayên xwe yên ji Sûriyeyê nekin gelek kesê ji birçîbûnê bimrin. Ji ber vê yekê divê em dereng nemînin û guh bidin banga birayên xwe yên ji Sûriyeyê."
- Kampanyaya alîkariyê
Osman Atalay eşkere kir ku di nav Sûriyeyê da 7 milyon însanî cî û warên xwe terk kirin û koçî herêmên din kirin.
Atalay diyar kir ku ji ber ku zivistan tê tengasiyên ku koçber dikişînin yê zêde bibin û wiha axivî:
"Ji bo vê jî emê dîsa wek salên berê bi hevkariya saziyên civaka sivîl ên din ra kampanyaya alîkariyê bidin destpêkirin. Zivistan tê, ji ber vê jî merivên li wê derê ewê hewcedarê alîkariya mirovahî û ar bin. Ji bo vê jî em dixwazin ku kampanyaya xwe nîvê meha pêşiya me da bidin destpêkirin. Beriya vê li her aliyên rojhilatê Tirkiyeyê piştgiriyeke mezin dabûn kampanyaya me, em bawer dikin ku îcar jî ew ê piştgiriyê bidin kampanyayê."
Atalay diyar kir ku li Sûriyeyê 6ê wan yên konteynerê bi tevahî 18 kampên wan hene û di wan kampan da 45 hezar û 700 kes dimînin.
Osman Atalay eşkere kir ku ji sedî 80 yî kesên ku di wan kampan da dimînin jin û zarok in û wiha got: "Ji ber yê yekê ev kesana mexdûr û mezlûm in. Tirkiyeyê dîsa alîkariyê bide birayên xwe."