23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê di operasyona li dijî endamên PKKya rêxistina terorê da leşkerek cangorî bû û 5 leşker jî birîndar bûn.
Li navçeya ku qedexeya derketina derva dewam dike, di operasyona girtina xendekan, rakirina barîkatan, paqijkirina teqemeniyan û têkbirina endamên rêxistinê da 6 leşker birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku ji leşkerên ku birîndar bûn, leşkerek li nexweşxaneyê digel midaxeleyê cangorî bû.
Hat destnîşankirin ku leşkerên din tên dermankirin û li herêmê operasyon dewam dikin.