23 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2015
ANKARA
Sererkaniyê ragihand, li Cizîra navçeya Şirnexê leşkerê ku 3 roj berê di pevçûna navbera PKKya rêxistina terorê û hêzên ewlehiyê da birîndar bû, cangorî bû.
Sererkaniyê daxuyanî da û got ku di 20ê berfanbarê da di operasyona Cizîrê da leşkerek giran birîndar bû, leşker li GATAyê îro serê sibê digel hemû midaxeleyan cangorî bû.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Xwedê rehma xwe li cangoriyê me yê qehreman bike, serê malbata wî, mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirk û milletê tirk sax be. Xwedê sebrê bide."