02 Sibat 2016•Rojanekirin: 02 Sibat 2016
Serokwezîr Davutoglu:
"Ez vê bi eşkereyî û rasterast dibêjim, di encama têkoşîna me ya li dijî terorê da wê li Tirkiyeyê teror nemîne, bajarên me ji çal, barîkat û cebilxaneyan paqij bibin. Wê hemû bajar, bajarok, çiya û deştên me ji zirara ku teror dibe sedem xilas bibe û wê welatiyên me bigihêjin hizûr û aramiyê."
Serokwezîr Davutoglu got "Kî çekan bigire destê xwe û berê vê çekê bide birayekî me yê din, kî bixwaze ku bajarên me xira bike, kî bixwaze ku mekanên me yên pîroz ên wekî Mizgefta Fatîh Paşa bi guleyên xwe tehrîb bike em hemûyê dijî wan derkevin û bibin feyza hevpar a van axan û dengê wijdana vê axê. Têkoşîna me bi şebekeyên canî yên ku qesda yekîtî, hizûr û biratiya vî welatî dikin re ye, dijî rêxistinên terorê yên derveyî mirovahiyê ne. Têkoşîna me bi mihraqên menfûr ên wisa çavsorî bûne ku dikarin êrîşî dibistan, nexweşxane, mizgeft û mirovên li kolanan dikin re ye."
Serokwezîr Davutoglu: "(Der barê rexneya 'zalimtiyê' ya hunermendekî) Ne tenê xwînrijandina yek masûmekî, em nebûne sedemê hêsirbarîna û girîna tu kesekî bêguneh. Lê eger hinek bixwazin hinekan bigirînin, hinek bixwazin weke Îsraîlê, weke rejima Esed zulmê li mezlûman bikin, hinek bixwazin mîna PKKya rêxistina terorê zulmê li gelê me bikin, em xwedî wê hêza serweriyê ne ya ku Xwedê bi me ve bexşandiye, emê li hember wan bêdeng nemînin."