05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
TRABZON
Li Tonyaya navçeya Trabzonê, strageheke rêxistina terorê PKKyê hat tespîtkirin, di baregehê de gelek muhimat û melzemeyên jiyanê hatin desteserkirin.
Li gor agahiya ku hat standin, ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li çoltera navçeya Tonyayê wextê xebatên lêkolîn û lêgerînê bi rê ve dibirin, stargeheke rêxistina terorê tespît kir.
Di encama lêgerînê de di baregehê de 3 kîlo teqemeniya plastîk, 4 funyeyên biqumande, gelek guleyên keleşê û M-16ê, 4 bombeyên destî, paneleke tavê, bêtêleke mezin û 2 bêtêlên biçûk, gelek melzemeyên jiyanê hatin desteserkirin.