Nihat Kavşut
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2017
IGDIR
Li ser sînorê Tirkiye-Îranê 4 welatiyên Îranê li aliyê Îranê rastî êrîşa çekdarî hatin û eskerên Tirkiyeyê ew rakirin nexweşxaneyên li Îdir û Qersê û ji wan yek kesek mir.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê li texma Tabûra Sînor ya Gokay ya li Îdirê ji aliyê Îranê va êrîşî komeke ji Îranê ya esker û endezyar di nav da bûn û dixebitîn kirin û 4 kes birîndar bûn.
Piştî êrîşê ji ber ku qereqolên Îranê dûr bûn welatiyên Îranê ji eskerên Tirkiyeyê alîkarî xwestin û esker û hekîmên Tabûra Sînor ya Gokayê midaxeleyî birîndaran kirin.
Li gor agahiyan ji birîndaran 2 kes rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Qersê, kesek rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Aralikê ya li Îdirê û kesek jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.
Hat diyarkirin welatiyê Îranê yê esker bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Aralikê dihat dermankirin digel midaxeleyê mir.
Li gor agahiyan birîndarên din tên dermankirin.