ANKARA
Serokatiya Sererkaniyê ragihand ku li gundê Ortasuya Uludereya navçeya Şirnexê ji banê xanî bombeya xazê û bi keviran êrîşî cendirmeyên komando kirin û di êrîşê da leşkerek ji serê xwe birîndar bû.
Di malpera Serokatiya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku cendirmeyên komando li gundê Ortasuyê li texma herêma Salatalik Pinariyê derketibûn keşfê, li gundê Ortasuyê gundiyan ji banê xanî bombeya xazê û bi keviran êrîşî cendirmeyên komando kir û di êrîşê da leşkerek ji serê xwe birîndar bû.
Hat diyarkirin ku leşker ji serê xwe xedar birîndar bû. Leşkerê ku hestiyê serê wî şikest sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kirin. Di encama dermankirinê da derket holê ku xûn çûye ser mêjiyê leşker û hildan bin kêrê. Li nexweşxaneyê dermankirina leşker dewam dike.
Der heqê bûyerê da lêkolîn dan destpêkirin.