KARS
Li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê ya ku li Sarîqamîşa navçeya Qersê ye qalindahiya berfê xwe gihande 85 santêmî. Tûristên ji welêt û yên ji derveyî welêt kêfa xweşiqindinê derdixin.
Cibiltepe 2 hezar û 634 metreyî ji behrê bilindtir e û li vê derê pîstên şiqitandinê cure cure ne û ji ber vê yekê jî bala tûristên ji welêt û yên ji derveyî welêt dikişîne. Kesên ku dixwazin xwe bişiqitînin ji bajar û navçeyên nêzîkî bajêr tên vê derê.
Midûrê Gişkî yê otêleke li navendê Kemal Aydin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi tetîla nîvê salê ra gelek welatî tên navendê. Welatî bi taybetî jî di dawiya hefteyê da tên xwe dişiqitînin.
Aydin diyar kir ku 10 pîstên li navendê jî vê gavê vekirî ne û wiha pê da çû: "Eleqeya ku nîşanî Sarîqamîşê didin her diçe zêde dibe. A niha qalindahiya berfa pîstan 85 santêm e. Berfa 10 pîstên me bi makîneyan tê temisandin û ji bo şiqitandinê tên amadekirin. Mêvanên me bi dilrihetî xwe dişiqitînin û li xizangan siyar dibin."
Aydin destnîşan kir ku ji niha va ji bo piştî tetîla nîvê salê jî gelek rezervasyon hatine kirin.
Li Cibiltepeya navenda Xweşiqitandinê 4 telesiyejên ku di saetekê da hezar û 200 kesî dibin û tînin dixebitin. Dirêjahiya 10 pîstan bi tevahî 30 kîlometre ye.