Mesut Varol
03 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2022
Li Gewaşa navçeya Wanê 35 koçberên bêdestûr ên di nav kamyonetê da veşartî hatin girtin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr duh li navçeya Gewaşê li ser şikê wesayîtekî dan sekinandin û lêgerîn kirin.
Di kontrolan da 35 Efxanistaniyên ku kaseya kamyonetê da hatine veşartin û hewl didan ku bi rêyên dereqanûnî bikevin welêt hatin girtin.
Ajokar S.M hat binçavkirin û piştî miameleyan ew sewqî meqamûn edlî kirin û hat girtin.
Koçberên bêdestûr jî ji bo ku miameleyên wan bên kirin teslîmê saziyên eleqedar kirin.