Li Diyarbekirê piştî ku li ser "xweseriyê" daxuyanî hat dayîn, 5 kesên ku di nav de Şaredarê Sûrê Seyîd Narîn û Şaredarê Sîlwanê Yuksel Bodakçi jî hebûn, hatibûn binçavkirin. Dadgehê biryara girtina wan da.
Li gor agahiya ku hat hildan, piştî ku Şaredariya navçeya Sûrê û Şaredariya Sîlwanê der heqê "xweseriyê" de daxuyanî da, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê jêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya jêpirsînê de Narîn, Bodakçi, Alîkara Şaredarê Sûrê Fatma Şik Barut, Hevserokê Navçeya Sûrê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Alî Riza Çîçeklî, Guneş Olmez, Abdulmetîn Bayram û Hasan Irmak sewqî edlieyê bûn.
Dadgeha nobedar li gor benda 302yem ya Qanûna Cezaya Tirkan (TCK) bi hinceta sûcê "xerabkirina yekîtiya dewletê û yekparetiya welêt" biryar da ku Narîn, Bodakçi, Çîçeklî, Olmez bikevin girtîgehê û Bayram û Irmak jî li gor hukmên kontrola edlî serbest werin berdan.
Di çarçoveya jêpirsînê de li 4 gumanbarên din jî digerin ku bigrin.