03 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2015
Di qezaya trafîkê ya li Çaldiranê ya ku 3 wesayît tev bûn de 2 kes mirin, kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li mezreya Gulîzar a rêbeja Çaldiran-Bazîdê wesayîtên bi plakaya 76 DF 671, 01 AZM 80 û 65 AS 811 ên ku hê jî nasnameyên ajokarên wan nehatine diyarkirin, li hev qelibîn.
Di qezayê de Ozhan û Turgut Ozdemîr li cihê bûyerê ci bi cî man, Abdullah Guneş birîndar bûn.
Guneşê birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çaldiranê.